Oskar Gunter Grass bû

Demsal payîz bû. Bi hemû qirêjiya xwe pelên bajêr hêdî hêdî rengê xwe diguherandin. Bayek hênik û tenik bi min re kolan bi kolan rêhevaltiyê dikir. Hin rasthatin/tesaduf henin ku meriv piştî wan tesadufan ne ew roj ne jî dîmenên wê tê jibîr kirin. Ew roj karê min tenê eware eware grandin bû, beredayiyek bi dilê min. Li bazara sahafan, li dikanên antîka/kevnar, li pasajên kevnar de bêhemdê xwe ketibûm pey plak û sêlikjen/qewanjen/plakçalaran. Li pişt lîseya Galatasarayê ketim dikanek û ji wir bi salan derneketim.

Qederek şûnda ji me re bû war, cîh, mekan û stargeh. Navê dikanê Serbest Bölge bû. Bi piranî poster, plak, pirtûk û hin tiştên taybet difrot. Ji hindir bêhna Palo Santoya pixûr/tütsü dihat û ew bêhna xweş min kişandibû hindir. Li ser sêlikjen plakek digeriya, deng dengê Sera Qedîmova bû. Kilama Küsüp Getdi bi bêhna Palo Santoyê va, te digot qey payîz ketiye hindir. Her tişt amade bû bo rihê minê wî rojê. Bêdeng gav bi gav dikanê geriyam. Bala min pirtûka Gunter Grass bi navê “Teneke Trampet” cîlda wiya duyem kişand. Qederek li ser piya rûpelek nîv min xwend.

Ezê vê nivîsa xwe de li ser wêjeya Gunter Grass bi taybetî romana “Teneke Trampet” û pirtûka wiya “Soğanı Soyarken” dixwazim biseknim.

Gunter Grass di wêjeya Almanî de serdemek temsîl dike. Di nav nivîskarên Ewropayî de di sedsala bîstemîn de yek ji nivîskarê herî hêja ye. Romana “Teneke Trampet” bi geşbûna xwe û bi gengeşiya xwe berhemek xurt e. Di romanê de karektara sereke Oskar e. Oskar Matzerath zarokek sê saliyê û daxwaza wiya mezin bûnê tineye. Her tim sê salî dimîne. Zarokek çima û bi çi awayî naxwaze mezin bive? Bersiva vê pirsê li gor xwîneran bêguman ewê cuda cuda be. Dinyayek qirêj, pergalek li ser tinekirinê, şerên kirêt ji bo îktîdaran, deq û dolabên li ser gel û hwd. Meriv dikare hezar sebeb û pirsgirêk raxe ber xwe. Roman piştî Şerê Cîhana Duyemîn sala 1956an li Fransaye tê nivîsandin. Romanê da du sembolên me henin yek “Trampetê” yên din “Qêrîna” Oskar e.

Oskar zarokek Poloniyê di navbera salên 1900-50 de di nav aloziya rewşa siyasî û civakî de vegotinekê bêhempa ye. Serdema ku Oskar tê da dijî û naxwaze mezin bive; nivîskar bi awayek veşartî bi peyamên bin metnî xwîneran qayîl dike, ev qayîlbûn bêguman alozî û kaosa ku li ser civakên Ewropayî her ku çûye bandora xwe bi hêz kiriye dide der. Nivîskar Sebeb û encamê daye berhev. Karekterê me Oskar encama Şerê Cîhana Duyemîn e sebeb, wî jî “nasyonalizmê (milliyetçilik/netewperwerî)ye”. Çaxê xwîner li ser wesfa romanê disekine sosyolojiyê, ramanên wê serdemê û encama ku li ser ferd derketiye meydanê gelek balkêş e.

Di navbera laşî, rihî, hestbarî û taybetmendiya ramanan de pirsgirêkên civakî rexne dike. Oskar çaxê digîhije temenê xwe yê sî salî li tîmarxaneyê bi devê çîroka xwe dide vegotin. Grass di romanê de du sembolên çalak kiriye navenda romanê, têkîliya Oskar û jiyanê hêma bi vana sembolîze kiriye. Yek ji sembolan trampeta tenekeyê. Di rojbûna Oskar de trampeta teneke tê diyarkirin û Oskar bi vê trampetê va wek sewdaseran bi dilsoziyek xwe pê ra girêdide. Oskar ji bo trampet di destê wî da bimîne dikare her tişt bike. Dikare bivê wehşî û hov. Dikare bivê barbar û xwînxwar. Ger em têkîliya Oskar û trampet vekin û li ser hûr bivin tişte ku derdikeve pêşiya me Hîtler e.

Oskar bo trampeta xwe her tiştî dikare bike dîktatorek, ji bo îktîdara xwe dikare her tiştî pêk bîne. Em neçin dûr, hema em çend sal paşva herin emê bibînin ku nexweşiya îktîdarbûnê û koletiya hêzbûnê çi anî serê gelan. Ew ên ku hatin kuştin, ên ku nikaribûn bikujin xistin nav çar diwaran. Têdayî û îşkence di civaka me gîhiştandin asta normal bûnê. Sembola me ya duyemîn jî “qêrîn”a Oskar e yanî di destê wî de çeka/hêza wî jî heye. Çaxê Oskar dike qêrînî cam dişkên û ev hêz di destê wî da dibe çekek kuştinê. Grass, serdema Ewropayê bi vê rêyê rexne dike; zilm û zordestbûna rojavayiyan bi çawayî tê normalkirin û tê qabûl kirin. Meriv dikare bîne ser ziman ku di şexse Oskar de zarokek çawa û di kîjan pergalê de derbas dibe û encama wî çiye radixe ber me. Vêga em vegerin ser zarokên kurd û ser perwerdahiya wan.

Perwerdahiya ku Tirkiyê dimeşîne li ser zarokên Kurdan ji serî heta binî bo tinekirine, li ser xwenezane hatiye avakirin. Perwerdahiya ku ji dibistanan heta zaningehê bi vê pergalê tê meşandin. Mixabin pergala devletê sedî sed ne serkefti be jî tiştê ku dixwest bi dest xist. Lê kok hebe, tov hebe ew dar wê dîsa zîl bide û mezin bibe. Vêga zarokên kurdan di temenê xwe yê çar salî de diçin kireşan, pergala kireşan ji bo zarokên kurdan tinekirina destpêkê ye. Encama ev kireşên ku li ser zaroyên kurdan tê leystin piştî nifşek din wê derkeve meydanê. Ger dê û bav di wan kireşan de daxwaza zimanê xwe nekin û mamosteyên kurdî dizanin tercîha xwe bi vê alî da bikin ewê li ber tinekirinê û deq û dolabên devletê liberxwe bidin.

Dibe em hinek be jî -heta ku wextê me têr kir- li ser Oskar dixwazim biseknim. Em dikarin ji bo berhemê bêjin li ser lingeka otobiyografiyê meşiyaye. Bi giştî jiyana nivîskar jiyaye û rastiyan daye berhev; şîrove kiriye, nirxandiye bi van doneyan jî senteza romanê derxistiye meydanê. Rastiya ku Gunter jiyaye yan jî der heqê ku li ser jiyanê tecrube kiriye, serdema ku tê da jiyaye perçeyek ji jiyanê ye û giştîbûnê hêma dike. Jixwe pirtûka wiya bi navê “Soğanı Soyarken” sedî sed otobiyografîkê, gelek tiştan eşkere kiriye.

Oskar di meseleyên dilî da; Freudîst e û wesfa nexweşiya ku Freud eşkere kiriye em dibînin. Di portreya Oskar de nêrînên Freud wek refleks/sîtavê tê dîtin. Oskar di navbera hişê dervayî va coşî/haz û ji civakê veqetandinê da diçe û tê. Yanî Oskar dinavbera coşbûna hişê dervayî û civaka sansurkar da nakokiya dijî. Şewqa agire dilê wî arzuya seksê û şabûnê, piştî demek di rih û laşe karekter da aloziyek xurt peyda dike. Oskar xwe teslîm dike li hemberî çoş a ewil. Ev bûyer jî me divê ser şexsê ku ji êşê direve armanca coşbûnê dike. Jixwe li gor Oskar wisaye. Lê Oskar bi xwe va girêdaye û xwe vegerandiye coşbûna objektîfbûnê/nesnel. Yanî qîma xwe bi xwe dike. Di esasê xwe de dibe ku em li ser hemû malbatê biseknin çimkî Oskar encama malbatê û civaka derdora xwe ye. Anthony Giddens; “Tevgirtina jirêderketî/sapkın, normên ku bi gîştî hatine qebûl kirin û bi çalak hatiye binpêkirin bi wan ra rê dike/rexne dike.” [Anthony Giddens, Sosyoloji, Haz. Cemal Güzel – Hüseyin Özel, Ayraç Yayınları, Ankara, 2000, s. 220].

Teneke Trampetê de rexneyên nivîskar li ser ferdbûnê zêdetir li ser sazî û tezgehên fermî ye. Nivîskar bi rexneya civakê romana xwe avakiriye, rexneya malbatê, rexneya aboriyê dike. Lê malbat wek devletek biçûk e û her tişt ji wir destpê dike rabûn, xwarin-vexwarin, perwerdeya ewil hwd. Nivîskar rexneya ku li ser malbatê anî ser ziman cihek wî ya taybet heye. Ev mijar û şirove nivîsek din heq dike, me li jor gotibû heta ku wextê me têr bike.

Wek tê zanîn ku şerên navxweyî, şerên cîhanî, feleketên mezin û krîzên aborî li ser gel û civakan buyerên tund û hişk derdixe holê. Edebiyat û huner jî para xwe distîne. Şerê Cîhanê a Yekem û Duyem û aboriya têkçûyî li ser nivîskarê serdemê Gunter Grassê gelek bi bandor bûye. Bi taybetî jî piştî Şerê Cîhana Duyemîn bûyer û pirsgirekên ku derketine meydanê wek civakî, aborî, siyasî û çandî li ser nivîskar tesîra wî çi veşartî çi eşker tê xuya kirin. Di berhema Teneke Trampetê da Grass bi giştî kesên ku di nav civakê de dijîn qederek şûnda bi civakê re tên hemberî hev. Problema ku di nav civakê da diqewime çaxê ferd piştguh neke biveneve reaksiyon nîşan dide û şer destpê dike.

Kesên ku her tiştî çaxê qebûl bike pê ra qayîl bibe û bi ti tiştek ra şer neke, mînaka kerakterek tune destnîşan dike. Ev bûyer di berhemên Gunter Grass de bi gernesan wî re bûye wekahev, wek goşt û hestî bihevre zeliqiye. Gunter Grass çiqas civakê dayne pêşiya ferdbûnê jî xeletiyên û pirsgirekên civakê jî eşkere dike û rexneyên bibingeh dike. Romanê de simgeya dînê gelek bi cûretkar rexne dike. Jixwe di pirtûkê de ev bi rihetî tê dîtin. Di wê serdemê da -piştî Şerê Cîhana Duyemîn- li ser hin nivîskaran lêkolînek kin û kurtasî min kir. Lê wek Gunter -bi terz/şêwe- wêrek û jixwe bawer ti kes rexne nekiriye yan jî wek wî eşkere nedaye destnîşan kirin. Vê temayên olî jî bi zimanek îronîk rexne kiriye. Gunter Grass katolîk e lê fikir û ramanên wî li dijî tevgirtina kotalîkbûnê ye; xwedî fikrên Luther derdikeve û di rêya wî de nêrînên xwe yê li ser olî daye ber xwîner. Herdu kes jî rexneyên wan di hin temayan de hema hema wekhev in… Ewê nivîsa me dewam bike li ser Gunter Grass.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir